Meclisa Reqayê ji bo şopandina proseya ezmûnan komîteyek ava kir

Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê bi armanca şopandina proseya ezmûnên xwendekaran komîteyek ava kir.

Meclisa Reqayê ji bo şopandina proseya ezmûnan komîteyek ava kir
10 hezîran, 2025   15:24
REQA

Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê bi armanca birêxistinkirina proseya ezmûnên refa 9’an a li gorî rejîma berê, civînek li dar xist. Civîn bi beşdariya endamên Desteya Perwerde û Fêrkirinê, Yekitiya Şaredariyan, Desteya Hundirîn, Desteya Enerjî û Peywendiyan pêk hat.

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê, der barê ezmûnan de li ser çend xalan li hev kiribû. Piştî lihevkirinê, Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ragihand ku wê navendên tomarkirinê ji bo xwendekarên ku ezmûnên sîstema berê ya Sûriyeyê pêşkêş bikin, diyar kirine.

Desteyê li kantona Reqayê 27 navendên ezmûnan li kantonê diyar kirine û eger hejmara xwendekaran zêde bibin, dê navendên din veke. Her wiha biryar da ku di saetên ezmûnan de pêwendî û înternêtê qut bike da ku ezmûnan bi zelalî bi rê ve biçin.

Yekitiya Şaredariyan a Kantona Reqayê diyar kir ku dê tevahî navendên ezmûnan paqij bike û avê peyda jê re bike. Desteya Tenduristiyê jî ji bo rewşên awarte yên muhtemel ambulans û ekîbên tenduristiyê amade kirine.

Desteya Hundirîn jî dê mîsyona parastina navendên ezmûnan bigire ser xwe.

Di civînê de bi armanca şopandina proseya ezmûnan, destwerana lezgîn di rewşên awarte, mîsogeriya rêveçûna ezmûnên giştî li bajar û gundewarên Reqayê, avakirina ‘Komîteya Xebatê" hat ragihand ku ji deste û saziyên eleqedar pêk tê.

Di civînê de mijara şopandina ji hêla çapemeniyê ve hate gotûbêjkirin, li gorî civînê tenê rojnamevanên ku destûrnameya fermî ji Desteya Perwerdeyê wergirtine dikarin derbasî navendên ezmûnan bibin.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê dê sibe (Çarşem) dest bi veguhastina kursiyên xwendekaran bo navendên ezmûnan bike.

Li gorî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiyê Xweser navendên tomarkirina xwendekaran ên li kantona Cizîrê, Dêrazor, Tebqa, Reqa û Firatê dê di navbera 11-17’ê Hezîranê de dest bi tomarkirinê bikin.

(bb)

ANHA