Meclisa Olî a Kantona Firatê têkildarî komployê civînek li dar xist

Meclisa Ol û Baweriyan a Kantona Firatê têkildarî Komploya Navneteweyî civînek li dar xist. Di civînê de komplo hat şermezarkirin.

Meclisa Olî a Kantona Firatê têkildarî komployê civînek li dar xist
Meclisa Olî a Kantona Firatê têkildarî komployê civînek li dar xist
Meclisa Olî a Kantona Firatê têkildarî komployê civînek li dar xist
Meclisa Olî a Kantona Firatê têkildarî komployê civînek li dar xist
Meclisa Olî a Kantona Firatê têkildarî komployê civînek li dar xist
Meclisa Olî a Kantona Firatê têkildarî komployê civînek li dar xist
Meclisa Olî a Kantona Firatê têkildarî komployê civînek li dar xist
12 cotmeh, 2024   13:26
KOBANÊ

Meclisa Ol û Baweriyan a Kantona Firatê komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi civînekê li Mizgefta Mezin a Kobanê şermezar kir. Civîn bi amadebûna mela û şêniyên Kobanê hat birêvebirin.

Hevseroka meclisê Şîrîn Mihemed axaftina ewil kir û diyar kir ku komplo negihaşt armanca xwe, ji ber ku ew li gorî ramanên Rêber Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin dikin.

Hevserokê meclisê Izedîn Sofî jî wiha got: "Desthilatdarî ji fikrê Rêber Apo ditirse, lewra komplo dane destpêkirin. Xwestin hem me û hem jî rêberê me tune bikin lê bi milyonan gelê me daket qadan, bi dehan bedena xwe da ber agir. Lewre kes nikare me û rêberê me ji hev qut bike. Çawa ku me partiya xwe da avakirin û meşa azadiyê da destpêkirin, me xwe di 1984'an de bi fermandar Egîd da îsbatkirin ku em hene, va ye meşa me ya azadiyê heta niha jî dewam dike. Diyar e ku komplo têk çûye û rêberê me bi ser ket.”

Izedîn Sofî qala dagirkerên Kurdistanê jî kir û got qaşo ew ji xwe re dibêjin dewletên îslamê, lê tiştên ku dikin berovajî wê ne.

(ekîb)

ANHA