Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Birakê civîna salane li dar xist

Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Birakê civîna xwe ya salane li dar xist. Di civînê de çalakî, xizmetguzarî û zehmetiyên li pêşberî wan derketine hatin nîqaşkirin û plansaziya siberojê ya ji bo piştgiriya malbatên şehîdan hate danîn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Birakê civîna salane li dar xist
Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Birakê civîna salane li dar xist
Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Birakê civîna salane li dar xist
Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Birakê civîna salane li dar xist
Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Birakê civîna salane li dar xist
Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Birakê civîna salane li dar xist
24 îlon, 2025   15:54
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê civîna xwe ya salane li hola Navenda Çand û Hunerê ya bajêr bi amadebûna malbatên şehîdan û mêvanên ji saziyên sivîl li dar xist.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê endamê Desteya Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Mihemed Cemîl li ser rewşa siyasî, bûyer û pêşdeçûnên li herêmê axivî û behsa rola Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û şehîdên azadiyê di berdewama têkoşînê û avakirina civakeke demokratîk de kir.

Cemîl bal kişand ser xwedîderketina li fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ku dikeve xizmeta tevahî civakan û got: "Piştî êşên wêranî û krîza ku welat tê re derbas bûye, em hewl didin Sûriyeyeke demokratîk ava bikin ku tevahî pêkhateyan hembêz bike. Di vê yekê de em xwe dispêrin fikra Rêbertî ya daxwaza demokrasî û misogeriya beşdarbûnê di avakirina welatekî xwestekên gelê Sûriyeyê pêk bîne, ye."

Piştre rapora salê ji hêla hevseroka meclisê Buşra El Heloş ve hat xwendin. Dûre li nêrîn, pêşniyar û rexneyên malbatên şehîdan hat guhdarîkirin.

Di dawiyê de plansaziya xebatê hat danîn, meclis û malbatên şehîdan got karkirina bi hev re dikare şaşiyan telafî bike û siberojeke baştir ji zarokên şehîdan û malbatên wan bê peydakirin.

(fr)

ANHA