Helwestên bi fikar ên hêzên navneteweyî ji tundiya li Siweydayê

Hêzên navneteweyî li hember rewşa li Siweydayê ya ku girantir dibe bi fikar in. Nemaze ku bîlançoya kuştiyan zêdetir dibe. Cîgira şandeyê NY`ê yê ji bo Sûriyeyê Necat Ruşdî got ew li hember “şîdet û tundiya” li Siweydayê rû dide, bi fikar e û bang kir ku ji bo parastina sivîlan û aramkirina rewşê, bilez tevgerek çê bibe.

Helwestên bi fikar ên hêzên navneteweyî ji tundiya li Siweydayê
14 tîrmeh, 2025   19:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgira şandeyê NY`ê yê ji bo Sûriyeyê Necat Ruşdî got: “Ez ji raporên li ber destê me yên girêdayî tundî û revandina li Siweydayê çêdibin û di encamê de gelek qurbanî ketine, bi fikar im.”

Necat bang li hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û aliyên têkildarî kir ku ji bo parastina sivîlan û vegerandina ewlehiyê, demildest gav bavêjin.

Necat destnîşan kir ku ji bo ku çareseriya siyasî ya pêbawer û giştî li Sûriyeyê û li ser bingeha rêgezên serxwebûnê, serdestiyê û rihetiya herêmî pêk were, divê tevlêbûneke rastteqîn, bawerî û diyalog bê meşandin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên rasterast ên li dijî şêniyên Siweydayê, gefên li ser ewlehiya wan, şermezar kir û got li gorî pîvanên nîştimanî û mirovî ev êriş nayên qebûlkirin. Her wiha rêveberiyê, ji bo ku ev êriş rawestin, aştiya navxweyî û tevna civakî ya Sûriyeyê ku bingeha projeya nîştimanî ya komkar e, bê parastin bang li aliyên ku dilê wan bi yekitiya Sûriyeyê gelê wê re ye, bibin yek.

Bîlançoya êriş û şerên li parêzgeha Siweydayê ku ji duh bi sibê ve berdewam in, girantir bû û heta niha 80 kes hatine kuştin. Di nav wan de zarok heye.

(şx)