Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Tirkiye bixwe jî êriş dike, hemû êriş hatin têkbirin

Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî li xeta bakûr, rojava û başûrê Minbicê êrîş pêk anîne, lê hemû êrişên wan hatine têkbirin.

 Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Tirkiye bixwe jî êriş dike, hemû êriş hatin têkbirin
7 kanûn, 2024   13:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Leşkerî ya Minbicê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand. 

Di daxuyaniya hat gotin ku artêşa Tirk a dagirker bi xwe jî li gel balafirên bê mirov û biçek êriş dike û ev agahî hatin parvekirin:

“Ji şevê din (6 Kanûn 2024) heya niha li seranserê herêmê keşfen Tirkan digerin.

Îro (7 Kanûn 2024) serê sibehê seat di 05:15’an de dagirkeriya Tirk gundên On Dadat û Diric ên li xeta bakurê Minbicê topbaran kirin. Her wiha li xeta bakur-rojavayê Minbicê gundên Um Cilûd û Seyadê topbaran kirin.

Hemwextî van êrişan grûbek çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrişî gundê Um Edas kir. Ev êrîşa çeteyan hate şikandin.

Seat di 07:00’an de jî çeteyan êrişî gundê On Dadat ê li nêzî Deriyê Sînor Sacûr kir. Piştî bersivdayîna hêzên me pevçûn qewimî û çete neçar man paşve biçin.

LEŞKERÊN TIRK BIXWE ÊRIŞ DIKIN

Li xeta Dêr Hafir ya li ser riya Tapqa-Heleb û li eniyên Minbicê leşkerên artêşa Tirk a dagirker bi xwe êrîş dikin. Herî kêm 20 caran bi balafirên keşfê yên bi çek ev herdû enî hatin bombebarankirin. Ango dewleta Tirk a dagirker bi xwe keşif dike û êriş dike. Di aliyê bejahî de jî çeteyên xwe dixe tevgerê. Ji şevê din heya vê sibehê pevçûnên dijwar hebûn.

Hemû êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji aliyê meclisên leşkerî yên Minbic û Tapqayê ve hatin şikandin.”