Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ewlekariya 7 gundan girt ser xwe

Meclisa Leşkerîya Dêrazorê li hemberî metirsiyên çeteyên DAIŞ’ê, li ser banga gelê herêmê berpirsyariya ewlekariya 7 gundan girt ser xwe û hêz bi cîh kirin. 

Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ewlekariya 7 gundan girt ser xwe
3 kanûn, 2024   08:48
DÊRAZOR

Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ya girêdayî QSD’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand. 

Di daxuyaniya ku li ser malpera înternetê ya QSD’ê hat weşandin de ev agahî hatin parvekirin: 

Li rojavayê Suriyeyê di demên dawî de gelek bûyer diqewimin û heta herêmên çolistanî bandorek wan a ciddî heye. Lewma ji ber van bûyeran metirsî heye ku bi taybetî li bakûr û rojhilatê Dêrazorê li deverên ku valiya ewlekariyê lê heye, şaneyên DAIŞ’ê bikevin nava liv û tevgerê.

Ji ber vê metirsina ciddî em agahdariyê dikin ku hêzên me li gundên Salihiyye, Tabiyye, Hatla, Haşam, Marrat, Mazlum û Huseyniye yên li rojhilatê Dêrazorê berpirsyariya gelên herêmê girtiye ser xwe.  

Hêzên me li ser banga gelê herêmê ya li hemberî metirsiya ku çeteyên DAIŞ’ê geşedanên li rojavayê welat ji xwe re bike hincet û tevlîheviyan derxîne, li van gundan hatine bicîhkirin. 

(a)

ANHA