Koçberiya ber bi Tebqayê ve dewam dike

Koçberiya ji kantona Efrîn-Şehba û herêmên Helebê ya ber bi kantona Tebqayê ve dewam dike. Rêveberiya Xweser koçberan bi cih dike û pêwîstiyan pêşkêşî wan dike.

Koçberiya ber bi Tebqayê ve dewam dike
Koçberiya ber bi Tebqayê ve dewam dike
Koçberiya ber bi Tebqayê ve dewam dike
Koçberiya ber bi Tebqayê ve dewam dike
Koçberiya ber bi Tebqayê ve dewam dike
Koçberiya ber bi Tebqayê ve dewam dike
Koçberiya ber bi Tebqayê ve dewam dike
Koçberiya ber bi Tebqayê ve dewam dike
Koçberiya ber bi Tebqayê ve dewam dike
Koçberiya ber bi Tebqayê ve dewam dike
Koçberiya ber bi Tebqayê ve dewam dike
Koçberiya ber bi Tebqayê ve dewam dike
Koçberiya ber bi Tebqayê ve dewam dike
Koçberiya ber bi Tebqayê ve dewam dike
3 kanûn, 2024   00:29
TEBQA

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê ji bo pêşwazîkirina koçberên ji kantona Efrîn-Şehba û gundewarê Helebê navendên bicihkirinê yên demkî amade kirine. Bi dehhezaran koçber gihiştine Tebqayê û koçberî bi koman dewam dike.

Rêveberiya Xweser  beriya ku koçberên li bi cih bike, ji bo pêşwazîkirina wan 4 kon li deriyê El Bû Asî vedane.

Li devera spore ya li Reqayê jî 20 kon hatine vedan li dibistanan jî 750 ode hatine amadekirin. Li van navend û konan xwarin, vexwarin û pêwîstiyên tenduristiyê û hwd. hatin bicihkirin.

Desteya Tenduristiyê bi rêya bijîşkên pispor li nuqteyên tenduristiyê testên giştî ji zarok û kesên bi temam re çêdike.

Nûçegihanên me diyar kir ku hîna hejmarek mezin a koçberan di rêya hatina kantonê de ne.

(bb)

ANHA