Meclisa Jinên Sûriyeyê: Danezana destûrî ne li gorî hêviyan e

Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku danezana destûrî ya ku aliyê desthilata şamê ve hatiye ragihandin ne li gorî hêviya Sûryeyiyan e.

Meclisa Jinên Sûriyeyê: Danezana destûrî ne li gorî hêviyan e
14 adar, 2025   21:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Jinên Sûriyeyê daxuyaniyek weşand  û tê de danezanî destûrî ya ku desthilta Şamê ragihandiye red kir û ew weke "ne li gorî hêviyan" nîşan da.

Meclisê diyar kir ku danezana destûrî "beşdariya jinên Sûriyeyê di têkoşîna dirêj a li dijî dîktatoriyê de paşguh kiriye. Her wiha got ku ew û neheqiyek sîstematîk e li dijî daxwazên jinan û xwesteka wan a beşdariya çalak di avakirina welatê xwe de ye. "

Di daxuyaniyê de, danezana destûrî hate rexne kirin û hate gotin ku ew ne li gorî pîvanên pirrengiya niştimanî ye û maf û nasnameya jinan naparêze, û tekez kir ku ew nabe "peymaneke civakî" ya ku nasname û hebûna hemû welatiyan diparêze.

Meclisa Jinên Sûriyeê di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kir ku ew bi temamî danezana destûrî napejirînin û xwest ku destûrek were danîn ku daxwazên gelê Sûriyeyê nîşan bide û mafên hemû pêkhateyên wê, di nav de yê jinan, misoger bike.

(k)