Meclisa Jinan a Sûriyeyê li Şedadê semînerek da

Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi hevkariya Partiya Avakirin û Pêşxistinê ya Sûrî bi boneya 25ˋê Mijdarê semînerek da.

Meclisa Jinan a Sûriyeyê li Şedadê semînerek da
Meclisa Jinan a Sûriyeyê li Şedadê semînerek da
Meclisa Jinan a Sûriyeyê li Şedadê semînerek da
Meclisa Jinan a Sûriyeyê li Şedadê semînerek da
Meclisa Jinan a Sûriyeyê li Şedadê semînerek da
Meclisa Jinan a Sûriyeyê li Şedadê semînerek da
Meclisa Jinan a Sûriyeyê li Şedadê semînerek da
21 mijdar, 2024   17:08
HESEKÊ

Di çarçoveya çalakiyên bi boneya 25ˋê Mijdarê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên lidarxistin de, Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi hevkariya Partiya Avakirin û Pêşxistinê ya Sûrî bi sernavê ˋBi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî xwe biparêzeˋ li avahiya partiyê ya li bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê semînerek da.

Di semînerê de bi dehan jin, nûnerên jin ên sazî û partiyên siyasî beşdar bûn.

Di semînerê de nûnera Meclisa Jinan a Sûriyeyê ya li Qamişloyê Xaldiye Berekat li ser mafên jinan û rola wan di tevahî aliyên jiyanê de di nav de aliyên siyasî, leşkerî û aborî axivî.

Xaldiye got divê li hember adet û kevneşopiyên mafên jinan têk dibin were sekinandin, her wiha divê rola jinan di civakê de were aktîvkirin û li dijî zihniyeta baviksalariyê were sekinandin.

Di heman çarçoveyê de endama Komîteya Têkiliyan a Meclisa Jinan a Sûriyeyê ya Qamişlo Weed El Wecrî bal kişand ser girîngiya yekkirina enerjiyên jinan ji bo pêkanîna adalet û azadiyê.

Weed wiha dawî li gotina xwe anî: "Ev çalakî di çarçoveya rêzeçalakiyên ji bo balkişanddina ser tundiya li ser jinan bi taybet tundiya civakî û çandî hat lidarxistin."

Beşdaran jî diyar kir ku divê zanabûna li ser mafên jinan û girîngiya parastina wan ji tundiyê were belavkirin û rola jinan di avakirina civakeke demokratîk û azad de were aktîvkirin.

(fr)

 ANHA