Meclisa Jinan a Sûriyeyê banga hevgirtinê li jinan kir

Meclisa Jinan a Sûriyeyê îşaret bi rola jinan di pêşxistina civakan û derbaskirina zehmetiyan de kir.

Meclisa Jinan a Sûriyeyê banga hevgirtinê li jinan kir
25 kanûn, 2024   15:35
HELEB

Bi dehan nûnerên partiyan, saziyên sivîl, tevger û rêxistinên jinan li qada Cebanat a taxa Şêxmeqsûd ya Helebê tev li daxuyaniya Meclisa Jinan a Sûriyeyê bûn.

Endama rêveber a Komîteya Têkiliyan a Meclisa Jinan a Sûriyeyê Rewa Bakîr daxuyanî xwend û diyar kir ku gelê Sûriyeyê di salên aloziyê de gelek êş û zehmetî ji ber aloziyên aborî, sûcên hovane, girtinê û tevliheviyê kişandiye.

Her wiha Rewa destnîşan kir ku piştî hilweşandina rejîmê gelê Sûriyeyê bi çûyîna rejîma zordest kêfxweş bû lê gelek kes hewl didin ewlehiyê têk bibin û fitneyê belav bikin.

Rewa îşaret pê kir ku li Helebê gelek kes hatine revandin, dara serê salê li Hemayê hate şewitandin, nêzî 300 xîmar (cil û bergên jinan ên şerîata îslamê) li Helebê li jinan hatin belavkirin. Li hember van kiryaran sûriyeyî bi hêrs bûn.

Rewa bang li aliyên têkildar kir ku aştiyê, ewlehiyê bisepînin û rola xwe li hember van kiryaran bilîzin û wan rawestînin.

(şx/k)

ANHA