5 xizmetkarên mezargeha elewiyan li Helebê hatin kuştin

Li devera Meyslûn a Helebê 5 xizmetkarên perestgeheke mezhebê elewî di êrişeke çekdarî de hatin kuştin.

5 xizmetkarên mezargeha elewiyan li Helebê hatin kuştin
25 kanûn, 2024   15:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavdêrîya Sûryayê ya Mafên Mirovan ragihand ku çekdaran duh êrişî ser mezargeha “Ebû Ebdullah El Hisên El Xesîbî” li devera Meyslûn li bajarê Helebê kirin, di encamê de 5 xizmetkarên mezargehê hatin kuştin. Her wiha çekdaran laşê kuştiyan perçe kirin, mezargeh wêran kirin û şewitandin.

Piştî vê bûyerê, nerazîbûna xelkê li herêmên beravên Sûriyeyê û şêxên mezheba elewî zêde bû, û wan daxwaz kirin ku "Ehmed El Şeri" êrişkerên mezarê û kujerên xizmetkaran darizîne. Şêniyên herêmên beravên Sûryeyê jî banga xwepêşandanan kirin.

Ebû Ebdullah El Huseyn El- Xasîbî şêxê elewiyan e û ji bo wan xwedî sembolîzma olî ya mezin e.

(k)