Koçberên Serê kaniyê:  Heta ku daxwazên me neyên bicihanîn xwepêşandan wê bidomin

Koçberên Serê Kaiyê daxwza vegera ewle bo malên xwe û ravekirina sedemên derengketina çareserkirina rewşa wan kirin. Koçberan diyar kir ku ew ê tevgera xwe ya aştiyane bidomînin heta ku daxwazên wan werin bicîanîn.

Koçberên Serê kaniyê:  Heta ku daxwazên me neyên bicihanîn xwepêşandan wê bidomin
Koçberên Serê kaniyê:  Heta ku daxwazên me neyên bicihanîn xwepêşandan wê bidomin
Koçberên Serê kaniyê:  Heta ku daxwazên me neyên bicihanîn xwepêşandan wê bidomin
Koçberên Serê kaniyê:  Heta ku daxwazên me neyên bicihanîn xwepêşandan wê bidomin
5 tîrmeh, 2026   16:24
HESEKÊ

Îro, bi dehan koçberên Serê Kaniyê li ber avahiya parêzgeha Hesekê çalakiyek li dar xistin û daxwaza garantîkirina vegera ewle bo bajarê xwe û ravekirinek sedemên ku rê li ber vegera şêniyan bo malên xwe digirin kirin.

Çalakvanan ji ajansa me re diyar kirin ku daxwaza wan a sereke vegera ewle bo malên wan û bidawîanîna salên koçberiyê ye.

Kesê koçber Beko Hataş diyar kir ku hemû sûriyeyên din vegeriyane deverên xwe, lê şêniyên Serê Kaniyê hîn jî koçber in. Hataş got, "Çend meh piştî  peymana 29`ê Çileyê derbas bûn û em hîn jî di nav koçberiyê de dijîn, di heman demê de xelkên Idlib, Hums û Hemayê vegeriyane malên xwe. Em mafê xwe yê rewa yê vegerê û bidawîanîna êşên me dixwazin."

Koçberê bi navê Şêx Fethî bang li civaka navneteweyî kir ku guh bidin daxwazên koçberan û diyar kir ku piraniya malan hatine talankirin û xerakirin, tenê dîwar mane. Fethî diyar kir ku hin niştecîhên biyanî beramberî valakirina malên koçberan pereyan dixwazin.

Koçberê bi navê Xalid Iyanî jî got ku pirsgirêka koçberên ji Serê Kaniyê hîn jî çareser nebûye tevî ku berê soz hatibû dayin ku piştî çareserkirina pirsgirêka koçberiya Efrîn, wê ya Serê Kankyê jî çareser bikin.

Iyanî destnîşan kir ku hênceta nişteciyan ew bû ku heta dema çinînê biqede, ê ew hêncet jî nema, lê vegera wan bêyî ravekirin rawestiyaye.

Koçberê bi navê Ebdo Teqreq diyar kir ku çalakiya wan aştiyane ye û ew ê çalakî û xwepêşandanan bidomînin heta ku çareseriyek ji bo vegera wan were dîtin.

Her wiha destnîşan kir ku ew dixwazin sedemên ku rê li ber vegera şêniyên Serê Kaniyê digirin bizanin.

(k)