Saziyên gel, baweriyan, rusipî oldar tevlî Pêngava Azadiyê bûn

Meclisa Gelan û Baweriyan a Mezopotamya, sazî û kesayetên olî, tevlî pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya fizikî ya Rêber Abdullah Ocalan bûn.

Saziyên gel, baweriyan, rusipî oldar tevlî Pêngava Azadiyê bûn
15 ÇILE, 2024   14:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Pêngava ku 10`ê Cotmeha 2023`ya, ji bo azadiya fizikî ya Rêber Abdullah Ocalan li 74 navendên cîhanê bi dirûşmeya "Ji Abdullah Ocalan re Azadî û ji Pirsgirêka Kurd Çareserî" hatibû destpêkirin, berfirehtir dibe. 

Meclisa Gelan û Baweriyan a Mazopotamya (Hevbendiya Gel û Bawerîyan) sazî û kesayetên olî û rusipiyên li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê jî bi daxuyaniyeke hevbeş diyar kirin ku ew tevlî pêngavê dibin.

Daxuyanî li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY`yê ya li Qamişloyê ji aliyê nûnera Zerdeştiyan a Nivîsgeha Olan û Baweriyan a Mezopotamyayê Menal Şêxmûs ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Armanc û projeya ku ronakbîr Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelê Kurd û biratiya gelan û demokrasiyê li Rojhilata Naîvn pêk bîne, pêşkêş kiriye, ji aliyê pergala kapîtalîst ve hate redkirin ji ber ku ew tenê dixwazin berjewendiyên xwe pêk bînin heta ku ev tişt li ser hesabê gelên bindest be. Ji ber wê li dijî kesayeta wî komployeke navneteweyî 9`ê Cotmeha 1998`an dest pê kirin û dawiyê di 15`ê Sibata 1999`an de dîl girtin û kirin girtîgeheke tekakesî li girava Îmraliyê. Ji 25 salan ve dîl hatiye girtin û li ser tecrîdeke giran hatiye ferzkirin ruxmî ku li ev binpêkirin li dijî qanûn û peymanên navneteweyî ne."

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi milyonan pêkhate û gel bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bawer dikin û ji bo xwe wek hêviyekê dibînin ji bo ku dozên wan çareser bibin di serî de doza Kurd û ya Filistînê û li ser wê bingehê, ev bi milyonan kes mayîna wî di girtîgeha tekakesî de, israra berdewamkirina siyasetên qirkirin û înkarkirinê li dijî gelê Kurd û gelên herêmê dibînin û dibêjin azadiya wî ji bo peydakirina çareseriyeke aştiyan ji bo doza Kurd û Filistînê gaveke cidî ye.

 Di daxuyaniyê de Meclisa Gelan û Baweriyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (ola zerdeştî, êzidî, xiristiyan, îslamî û elewî), sazî û kesayetên olî li ser bingeha baweriya wan bi azadiya mirov, mafê gelan di jiyanê de, ragihandin ku wê  tev li Pêngava Navneteweyî ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan bibin.

 Di heman demê de meclis û saziyên daxuyanî dane, bang li rêxistinên navneteweyî, olî, Vatîkan, Zanîngeha El Ezher li Misirê, Meclisa Şoray a Siûdiye, yekitiya Oldarên Musliman a Cîhanê, Hewze ya Zeredeştiyê, Rêxistina Mafên Mirovan a Cîhanê, CPT`yê kirin ku destwerdanê bikin û dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan ê ku 25 sal in dîl hatiye girtin, serbest berdin.

 Navên sazî û kesayetên beşdarî daxuyaniyê bûne:

Kongreya Îslama Demokratîk

 Weqfa Al El Beyt a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

 Meclisa û Saziyên Olî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

 Meclisa Şêwirê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

 Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

 Mitranê Dêrên Cizîr û Firatê Mar Maurice Amsih

 Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê

 Mala Êzidî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

 Serokê Saziya El Şêx Maşûq El Xeznewî ya Diyalog, Lêborîn û Nûkirina olê Şêx Murşid Maşûq El Xeznewî

 Bawermendên Ola Zerdeştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

 Endamê Meclisa Bilind a Zerdeştiyan El Esrewan Îbrahîm Zerarî

 Balyozê Aştiya Ciwanan li Mixbirbê şêx Rizqî El Şazilî

 Al-Faqir Amrullah Vandu Satriawan Al-Falembani (Indonesia)

 Şêxê terîqeta Şaziliyê li Qena Dr. Samih Osman El Misirî

 Rûspiyê eşîra El Hemawendî ya Kurdî mamoste Îbrahîm El Kurdistanî

 Rûspiyê eşîra El Muşahede li kampa Mehmûdlî li Tebqayê birêz Hesen Newaf El Selîme.

 Dibistana Amadehî ya El Erqem Bin Ebî El Erqem ya Şerîetê ya keç û xortan

 Dibistana El Selam a Zanistên Şerîetê û Fikrî li Hesekê û Sirînê

 Akademiya Îslama Demokratî li Qamişlo

 Navenda Lêkolînên Bawerî û Olan li Qamişlo.

 Her wiha komeke rûspî û oldarên kantona Reqa, Tebqa û Minbicê di civînên girseyî de ragihandin ku ew piştgiriya pêngavê dikin.

 (şx-fr)

 ANHA