Meclisa Gelan qanûna budceya 2026ˊan qebûl kir

Meclisa Gelan a Demokratîk di rûniştina 121ˊan de reşnivîsa qanûna budceya giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a 2026ˊan, nûkirina 3 bajaran li kantona Tebqayê û bajarek li kantona Dêrazorê qebûl kir.

22 kanûn, 2025   18:03
REQA

Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rûniştina asayî ya 121ˊan bi amadebûna hevserokên meclisê û endamên wê yên li kantonan, hevserokên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê sûriyeyê Evîn Siwêd û Hisên El Osman, hevserokên Desteya Darayî, li dar xist.

Rûniştin bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, dûre rûniştina berê hat xwendin û bi giştî hat qebûlkirin.

Piştî wê jî reşnivîsa qanûna budceya giştî ay 2026ˊan ji hêla cîgirê Hevserokatiya Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Yasir El Silêman ve hat xwendin. Reşnivîsa hatiye xwendin ji 42 bendan pêk tê û armanca wê birêxistinkirina budceya Rêveberiya Xweser a sala bê ye.

Piştî xwendina reşînvîsê qanûn bi giştî hat qebûlkirin ku di 1/1/2026ˊan de bikeve pratîkê.

Di dawiya rûniştinê de bajarên Dibsî, Meskenê û Dêr Hafirê yên kantona Tebqayê û bajarê başûr ê kantona Dêrazorê hatin nûkirin.

(fr)

ANHA