Daxuyaniya têkildarî êrişa li dijî bendeke kontrolê ya Helebê

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb bi daxuyaniyekê diyar kir ku wan êrişeke çekdarî ya komên girêdayî hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li bajarê Helebê têk bir.

Daxuyaniya têkildarî êrişa li dijî bendeke kontrolê ya Helebê
22 kanûn, 2025   18:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê der barê êrişa çekdarî ya li dijî bendeke kontrolê ya hevbeş a Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên hikumeta veguhêz li Çerxerêya Şîhan a li derdora taxa Eşrefiyê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Hêzên me hewldana êrişa tirsonak a komên girêdayî hikumeta veguhêz a Helebê têk bir. Em amade ne li hember her gef û tehrîdkirineke nû bisekinin.

Bendeke hevbeş a hêzên me û hêzên Ewlekariya Giştî li nêzî Çerxerêya Şîhan a derdora taxa Eşrefiyê rastî êrişeke çekdarî hat. Di êrişê de 2 endamên hêzên me birîndar bûn.

Hêzên me di çarçoveya mafê parastina rewa de, li gel xweragirtinê û xeleka pevçûnê berfireh nebe, da ku ewlehiya sivîlan û herêmên derdorê biparêzin, bersiveke guncaw da.

Em diyar dikin ku li hember her êriş an jî tehrîdkirinê bê deng nemînin, em ê tevahî tedbîrên guncaw ên parastina endamên xwe û herêmên parastina wan dabîn dikin, bikin."

(fr)