Balafirên şer ên Tirkiyeyê Amêdiyê bombebaran kir

Beriya niha bi çend kêliyan balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Geliyê Qeço yê rêzeçiyayên Metîna bombebaran kir.

Balafirên şer ên Tirkiyeyê Amêdiyê bombebaran kir
30 ÇILE, 2024   21:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Beriya çend kêliyan balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Geliyê Qeço yê rêzeçiyayên Metîna ya girêdayî navçeya Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Duhokê ve bombebaran kirin. Heta niha têkildarî zirarên canî û madî agahiyên zelal bidest neketine.