Meclisa Ewlehiyê rewşa Sûriyeyê nirxand

Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî rewşa li Sûriyeyên, êrişên Îsraîlê, bangewaziyên rêzgirtina ji yekitiya welêt re û bicihanîna biryara 2254 gotubêj kir. Endaman teqezî bi rawestandina tundiyê, hesab ji sûcdaran were pirsîn, tevlêkirina pêkhateyên civaka Sûriyeyê di çareseriya siyasî ya giştî de kir.

Meclisa Ewlehiyê rewşa Sûriyeyê nirxand
18 tîrmeh, 2025   00:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Çînê bang li hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kir ku ji rêgezên biryara 2254 rêzê bigire, tevahî pêkhateyên Sûriyeyê tev li çareseriya siyasî bike, her wiha teqezî bi sekna li hember tevahî komên terorîst di serî de “Hizb El Îslamî ya Tirkistanî” kir. Di heman demê de êrişên Îsraîlê şermezar kir û banga rawestandina wê kir.

Nûnera Amerîkayê jî got divê tundiya li Siwêdayê raweste, diyalog di navbera tevahî aliyan de çêbibe. Nûnerê destnîşan kir ku welatê wê darbeyên Îsraîlê red dike û bang li hikumeta veguhêz kir ku lêpirsînê têkildarî sûcên hatine kirin, veke. Nûnerê piştgiriya yekitiya Sûriyeyê û dîtina çareseriyeke siyasî ya giştî bi tevlêbûna tevahî pêkhateyan kir.

Nûnera Brîtanyayê jî, got El Şeri soz da ku taîfeya Durziyan biparêze û hesabê ji sûcdaran bipirse. Her wiha bang li Şamê kir ku nûnertiya pêkhateyên Sûriyeyê di Meclisa Gel de dabîn bike.

Nûnerê Rûsyayê jî êrişên Îsraîlê red kirin, ji xetereyên parçekirina civaka Sûriyeyê hişyarî da û got Moskov piştgiriya yekitî û serdestiya Sûriyeyê dike. Her wiha diyar kir ku zemîna çareseriya siyasî zaîf e û di heman demê de bang li hikumeta veguhêz kir ku ji bo bidestxistina aramiyê gavên cidî bavêje.

(şx)