Mazlûm Ebdî bi şandeya Amerîkî re hevdîtin kir

Fermandarê giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî bi nûnerê Amerîkayê li Sûriyeyê Tom Barrack û fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê Bradd Cooper re hevdîtin kir. Di hevdîtinan de rewşa herêmê û Sûriyeyê, peymana 10'ê Adarê, aramkirina rewşê û vegerandina koçberan hatin nîqaşkirin.

Mazlûm Ebdî bi şandeya Amerîkî re hevdîtin kir
6 cotmeh, 2025   19:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî bi nûnerê Amerîkayê li Sûriyeyê Tom Barrack û fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Bradd Cooper re, hevdîtin kir.

Di civînê de hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, fermandara  Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) , cîgirê hevserokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Xwsan Yûsif û serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ebid Hamid Mehbaş beşdar bûn.

Herdu aliyan rêbazên pêşxistina peymana 10'ê Adarê ya di navbera Mazlûm Ebdî û serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmer Şeri de, rêbazên rakirina cezayan ji ser Sûriyeyê, aramkirina herêmê û vegerandina koçberan nîqaş kirin.

Herdu aliyan pabendiya xwe bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî û QSD'ê ya li dijî DAIŞ'ê û xurtkirina aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teqez kir.

(mh)