Mazlum Dogan û Delîl Dogan li ser gorên xwe hatin bibîranîn

Ji kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê ya Kurd Mazlum Dogan û Delîl Dogan, li ser gora xwe hatin bibîranîn.

Mazlum Dogan û Delîl Dogan li ser gorên xwe hatin bibîranîn
11 adar, 2026   17:11
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeya Depê ya bajarê Xarpêtê a bakûrê Kurdistanê dê cejna Newrozê bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk” were lidarxistin. Mazlum Dogan ku di 21’ê Adara 1982’yan de li Zindana bajarê Amedê a bakûrê  kurdistanê bi sê zilikên şixatê xwe şewitandibû û weke Kawayê Hemdem tê binavkirin û birayê wî Delîl Dogan, li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Bîranîn, li ser gorên wan ên li gundê Gomanê yê navçeya Mazgêrt a bajarê Dêrsimê hate lidarxistin.

Bîranîn, bi rêzgirtinê dest pê kir û  Wekîlê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan di bîranînê de axivî û got: “Bi pêşengtiya van hevalan, agirê hebûnê yê Kurdistanê hate vêxistin. Dîrokeke ji agir hate nivîsandin. Li vê xakê gelek qirkirin hatin kirin. Vê xakê şahidiya gelek tiştan kir. Lêbelê Kurd bi pêşengtiya van hevalan hêj jî li ser pêya ne. Mazlum Dogan, li zindanê dîrokek nivîsand û li dijî zilm û Dehaqan weke Kawayê Hemdem dîrokek nivîsand û bû sembolek. Hebûna xwe di hebûna gelê Kurd de kir sembol. Em, deyndarên şehîdên Kurdistanê ne. Yek ji van jî Mazlum Dogan e. Divê gelê Kurd xwedî li vê kevneşopiyê û dîrokê derkeve. Dîrok dîroka me ye. Her çende me gelek bedel dabin û gelek zilm li me hatibe kirin jî, ji Dêrsimê hta Serhedê, ji Tolhildanê heta her çar parçeyên Kurdistanê li dijî zilmê li ber xwe dan. Zilm hebû lê li dijî vê berxwedan û têkoşîn jî hebû. Lewma destpêka Newrozê li vê derê ye. Ji ewil Newroza wan pîroz be.”

 Wekîla DEM Partiyê Ayten Korduyê jî wiha got: “Wê demê li dijî polîtîkaya înkarê û xiyaneta li zindanan dihat pêşxistin, di şexsê hevalê Mazlum de berxwedaneke mezin hate raberkirin. Ew berxwedan li her derê belav bû. Nirxên ku hevalên me afirandî, hêza berxwedêrî û têkoşîna wan, pêşengtiya hemû Kurdistanê kir.”

 Herî dawî jî di bîranînê de beşdaran qurnefîl danîn ser goran.