Mayin û wêranî jiyana zêdetirî 200 xwendekaran dixin ber xetereyê

Hebûna mayinan û wêraniya avahiyan jiyana zêdetirî 200 xwendekarên Dibistana Şehîd Ehmed El Wecerî ya li bakurê Til Temirê rastî xetereyê tîne. Hin malbat zarokên xwe naşînin dibistanê, daxwazên rakirina bermahiyên şer, temîrkirina dibistanê û peydakirina pêdiviyên esasî dikin.

Mayin û wêranî jiyana zêdetirî 200 xwendekaran dixin ber xetereyê
Mayin û wêranî jiyana zêdetirî 200 xwendekaran dixin ber xetereyê
Mayin û wêranî jiyana zêdetirî 200 xwendekaran dixin ber xetereyê
Mayin û wêranî jiyana zêdetirî 200 xwendekaran dixin ber xetereyê
Mayin û wêranî jiyana zêdetirî 200 xwendekaran dixin ber xetereyê
Mayin û wêranî jiyana zêdetirî 200 xwendekaran dixin ber xetereyê
Mayin û wêranî jiyana zêdetirî 200 xwendekaran dixin ber xetereyê
Mayin û wêranî jiyana zêdetirî 200 xwendekaran dixin ber xetereyê
Mayin û wêranî jiyana zêdetirî 200 xwendekaran dixin ber xetereyê
6 mijdar, 2026   04:05
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Di navbera xetereya mayinan, wêraniya avahiyan û nebûna pêdiviyên esasî, zêdetirî 200 xwendekarên Dibistana Şehîd Ehmed El Wecerî ya li bakurê Til Temirê ji dewama xwe bê par in, daxwaz hene ku dibistan ji nû de were temîrkirin.

Dibistan di navbera gundê Qibûr El Qeracinê û El Şêx Elî de ye, ew ji bo zarokên li wê deverê cihê esasî yê xwendinê ye, lê hebûna mayinan a li derdora wê, wêraniya beşên avahiyê dihêle ku xetere çêbe, di avahiya heyî de kursiyên xwendekaran, mase, alavên germkirinê, cihên avê û pirtûkên dibistanê tune ne.

Li pêşberî vê rewşê hejmareke şêniyan zarokên xwe dişînin vê dibistanê, ew li ber 2 pêşniyaran dimînin; an dê zarokên xwe bi xetereyê re rû bi rûbihêlin an jî dê wan dûrî dibistanê bixin.

XWENDEKAR LI ERDÊ RÛDINÊN Û ŞÊNÎ JI ŞANDINA ZAROKÊN XWE BI TIRS IN

Dayika 4 zarokên ku temenên wan ê dibistanê ne Emîna El Ehmed behsa zehmetiyên li beramberî domandina perwerdeya zarokên kir û destnîşan kir ku mayin hene, kursî û alavên germkirinê tune ne.

Emîna El Ehmed da zanîn ku 7 salên koçberiyê bandoreke giran li perwerdeya zarokên wan kiriye, yek ji zarokên wê gihaştiye refa 9`an, lê hîn zehmetiyan di naskirina tîpan de dibîne.

Emîna El Ehmed daxwaza rakirina mayin û bermahiyên şer, paqijkirina dibistanan, temîrkirina wan û anîna kursiyan ji bo xwendekaran kir.

Tifaha El Şêx Salih jî diyar kir ku ji ber dibistan wêrankirî ye û xwendekar li erdê dimînin, zarokên wê çûyîna dibistanê red dikin. Tifaha El Şêx Salih destnîşan kir ku tevî xetereya heyî, ew hewl dide bihêle zarokên wê girîngiya domandina perwerdeya xwe bibînin.

Şêniyê ji gundê El Şêx Elî, Ebdullah El Şêx Salih da zanîn ku ji ber zirara ku gihaştiye dibistanan û nebûna pêdiviyan zarokên wî naçin dibistanê û daxwaz kir ku bi kêmanî be jî divê hinek pêdivî bên dabînkirin.

JI CIHEKÎ PERWERDEYÊ BÛ XALEKE LEŞKERÎ

Di dawiya sala 2019`an de piştî gihîştina hêzên rejîma berê ya ji bo herêmê li gorî lihevkirineke bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re, di çarçoveya xebatên rawestandina êrişên artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wê de, rejîmê dibistan kiribû xaleke leşkerî.

DAXWAZA JI NÛ VE TEMÎRKIRINÊ

Ji bo naskirina rewşa dibistanê û gihandina daxwazên malbatên xwendekaran, ajansa me berê xwe da Gerînendetiya Perwerdeyê ya Parêzgeha Hesekê, lê heta vê kêliyê tu bersiv ji hêla wan ve nehatine dayîn.

Di 4`ê Mijdarê (2026) de ji ber teqîna mayinekê li Dibistana El Muhdisa ya li bajarê Zirganê zarokekê jiyana xwe ji dest da û 15 kesên din ku piranî zarok bûn jî birîndar bûn.

(sb)

ANHA