Hozan Kerkundê: Zimanê kurdî di rêjeya heştemîn a cîhanê de ye

Hozan Kerkundê da zanîn ku zimanê kurdî di platforma Wîkîferheng de li ser asta cîhanê di rêza heştemîn de ye û bang li nifşên nû û rewşenbîran kir ku bêjeyên kurdî yên windayî kom û belge bikin.

Hozan Kerkundê: Zimanê kurdî di rêjeya heştemîn a cîhanê de ye
6 mijdar, 2026   02:50
HESEKÊ
CÎHAN MIHEMED

Helbestvan Hozan Kerkundê li ser girîngiya zimanê dayikê ji ajansa me re axivî. 

Kerkundê di destpêke de got: "Zimanê kurdî yek ji zimanê irqa Hind Ewropî ye û bi sedê salan hebûna xwe parastiye. Dibe ku Kurd di aliyê siyasî ve ne ser bi xwe bûn lê zimanê kurdî hatiye parastin. Zimanê kurdî hêz û pakbûna xwe ji xweza û erdnîgariya Kurdistanê werdigire. Pirrengî û dewlemendiya zimanê kurdî bi çiya, çem û deştên Kurdistanê ve girêdayî ye. Xwezaya Kurdistanê zimanekî hesan e û dikare bêjeyên nû biafirîne û bi lêv bike."

Kerkundê di berdewamiya axaftina xwe de got dewlemendiya zimanê kurdî di hejmarên wê de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Zimanê kurdî li ser platforma Wîkîferheng di cîhanê de li ser asta heştemîn e. Peyvên kurdî 918 hezar in. Zimanên herêmî û navneteweyî yên mezin mîna erebî, tirkî û farisî derbas kiriye. Ev diyar dike ku rêzimanê kurdî nerm e û dikare peyvên nû biafirîne. Kurdî zimanê neteweyekê ye û nabe ku were paşguhkirin û winda bibe."

Kerkundî polîtîkaya rejîma berê ya Baasê ya li ser gelê Kurd meşandiye nirxand û got: "Berî sala 2011`an rejîmê gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê paşguh kir. Zimanê kurdî qedexe kiribû. Di aliyê hunerî, çand û çapemeniyê de li hemberî zimanê kurdî şer dikir. Dixwest hebûna gelê Kurd tune bike û cîhan ziman û nasnameya gelê Kurd nas neke. Lê piştî sala 2011`an rewşa herêmê hat guhertin. Firseteke mezin û dîrokî kete destê gelê Kurd. Xeyala gelê Kurd pêk hat. Cara yekem kanalên televîzyonê, dibistan, zanîngeh û akademiyên bi zimanê kurdî vebûn û ji bo neslên nû pirtûkên kurdî hatin çapkirin. Di pêşxistina zimanê kurdî de rola helbestgotinê girîng e. Çand, folklor û dîroka Kurdan bi cîhanê da naskirin. Gelek gotinên erebî û tirkî di koka xwe de kurdî ne û ev îsbat dike ku zimanê kurdî dewlemend e. Gelê Kurd li tevahiya cîhanê belav bûye û tu carî zimanê wan nayê qirkirin."

Di dawiyê de hozan Kerkundê bang li nifşên nû û rewşenbîran kir û got: "Bila bi kurdî bifikirin, binivîsin û bixwînin da ku zimanê kurdî were parastin. Bi rêya nivîsandina gotar, helbest û awazan gotinên kurdî yên windayî vegerînin û belge bikin."

(np)

ANHA