Malbatên şehîdan li Til Temirê xwarin ji bo şervanan amade kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê ji bo şervanên li eniyên parastinê, xwarin amade kirin û li xalên leşkerî belav kirin.

Malbatên şehîdan li Til Temirê xwarin ji bo şervanan amade kir
Malbatên şehîdan li Til Temirê xwarin ji bo şervanan amade kir
Malbatên şehîdan li Til Temirê xwarin ji bo şervanan amade kir
Malbatên şehîdan li Til Temirê xwarin ji bo şervanan amade kir
Malbatên şehîdan li Til Temirê xwarin ji bo şervanan amade kir
4 sibat, 2026   13:23
HESEKE

Di çarçoveya piştgiriya berxwedana Rojava de, Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê ji bo şervanên li eniyên parastinê xwarin amade kirin û li xalên leşkerî belav kirin.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Çinar Yûsiv diyar kir ku ev çalakiya wan peyameke diloziya bi giyanê şehîdan re ye, her wiha peyameke piştgiriyê ye ji bo şervanên ku li eniyên şer herêmê diparêzin.

Ji bo xwarin bigihêje hemû xalên leşkerî, Meclisa Malbatên Şehîdan tîmek erkdar kiriye ku xwarinê bigihînin û li hemû şervanan belav bikin.

(k)