Malbatên girtiyên li girtîgeha El Milêta daxwaza eşkerekirina çarenûsa zarokên xwe kirin

Malbatên girtiyên sivîl û leşkerî yên li girtîgeha El Milêta ya li gundewarê Şamê, daxwaza eşkerekirina çarenûsa zarokên xwe yên girtî kirine, ji ku rayedarên hikûmeta veguhêz serdana girtiyan qedexe kiriye.

Malbatên girtiyên li girtîgeha El Milêta daxwaza eşkerekirina çarenûsa zarokên xwe kirin
18 cotmeh, 2025   17:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikûmeta veguhêz a Sûriyê ji dema hilweşîna rejîma berê ve hejmareke mezin kesên sivîl û leşkerî li girtîgeha El Milêta li bajarê El Nebek, li gundewarê Şamê girtine. Bêyî ku bi awayekî fermî werin sucdarkirin yan darizandin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) destnîşan kir ku piraniya girtiyan ji ber nakokiyên kesane an gumanan hatine girtin, bêyî ku doz li ser wan werin vekirin.

 Malbatên girtiyan diyar kirin ku zarokan wan di bin şert û mercên nepenî de têne girtin, bêyî ku sedemên girtina wan an cihê wan were diyarkirin.

Berê li ser medyayê hat ragihandin ku li girtîgeha El Milêta hin girtî hatine kuştin. Ev yek bû sedema tirs û fikarên malbatan.

Malbatan  ji rêxistinên mafên mirovan xwest ku destwerdanê bikin da ku zarokên wean werin berdan û ji kesên berpirsiyarê binpêkirinên di hundurê girtîgehê de hesab bipirsin.

(k)