Ji ber teqîna bermahiyên şer 5 zarok li bakurê Derayê birîndar bûn

Li gundewarê bakurê Derayê bermayên şer teqiya, di encamê de 5 zarok birîndar bûn.

Ji ber teqîna bermahiyên şer 5 zarok li bakurê Derayê birîndar bûn
18 cotmeh, 2025   17:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarokê Xirbet Xezale li gundewarê bakurê Derayê, dema ku komek zarok dilîstin, tiştek nenas, dibe ku bombeyek be, teqiya, di encamê de 5 zarok birîndar bûn. Birîna 3 zarokan giran e û ew  ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyan.

Li gorî agahiyên temenê 5 zarokan kêmî deh salan e.

(k)

ANHA