Li Wanê gel bi coş ber bi qada Newrozê ve diçe

Gelê bajarê Wanê ya bakûrê Kurdistanê ji saetên zû yên serê sibehê ve berê xwe da qada Newrozê.

Li Wanê gel bi coş ber bi qada Newrozê ve diçe
19 adar, 2025   11:20
NAVENDA NÛÇEYAN

 Îro li 10 navendan bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" Newroz tê pîrozkirin. Yek ji navendên ku agirê Newrozê lê tê hilkirin jî Wan e.

Qada pîrozbahiyê ya Newroza Wanê îsal jî neguherî. Pîrozbahî, li quntarê Keleha Wanê tê pîrozkirin. Welatî, di saetên zû yên serê sibehê de ber bi qadê ve bi rê ketin.

Hejmareke zêde ya jin û ciwanan beşdarî pîrozbahiyê bûne û piraniya wan jî cil û bergên Kurdî li xwe kirine.

 WELATİYÊN ÇÛN QADÊ GOVEND GERANDİN

 Bi hatine gel re têketina qadê ji 4 noqteyan dest pê kir. Welatiyan, li ber stranên Kurdî govend gerand. Coşa li qadê û girseya gel her ku diçe zêdetir dibe. Li qadê flamayên bi rengên kesk, sor û zer li ba ne. Li qadê gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” olan dide.

 BERNAME

 Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, endama Şandeya Îmraliyê û Wekîla Wanê Pervîn Buldan, endamê MYK’a KKP’ê Sînan Çîftyurek, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan û gelek siyasetmedar dê di pîrozbahiyê de biaxivin. Di heman demê de hunermend Rojda, Arhat û Fîkret Goyî dê derkevin ser dikê.