Hêviyên ji cejnê yên şêniyan: Xurtkirina aştiyê û berdana dîlgirtiyan

Şêniyên herêma Aliyan a Çilaxayê hêvî kir ku Cejna Qurbanê bibe wesîleya xurtkirina yekitiyê û jiyana hevbeş û dîlgirtî werin berdan.

 Hêviyên ji cejnê yên şêniyan: Xurtkirina aştiyê û berdana dîlgirtiyan
27 gulan, 2026   14:53
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Şêniyên herêma Aliyan a gundewarên Çilaxayê hêviyên xwe yên Cejna Qurbanê anîn ziman.

Elî Ehmed cejn di serî de li malbatên şehîdan û dîlgirtiyan, li tevahî pêkhateyên herêmê pîroz kir û hêvî kir ku ev bone bibe destpêka belavkirina aştî û aramiyê li herêmê û serbestberdana dîlgirtiyan.

Elî Ehmed anî ziman ku cejn ne tenê boneyeke olî ye, lê derfeta xurtkirina jiyana hevbeş û têkiliyên civakî ye. Her wiha hêvî kir ku ev cejn bibe destpêkeke nû ku tevahî di serî de Kurd mafên xwe bi dest bixin. Ehmed di dawiya axaftina xwe de bang li hêzên kurdî kir ku ji bo parastina destkeftiyan û fermîkirina mafên xwe di destûrê de yekitiya xwe xurt bikin.

Şêniya bi navê Şehnaz Mihemed jî cejn li malbatên şehîdan, gelê Kurd û tevahî pêkhateyên herêmê pîroz kir û hêvî kir ku ev cejn bibe derfeta nûkirina têkiliyên civakî, xurtkirina rihê tevkariya di navbera hemû pêkhateyan de.

Şehnazê da zanîn ku cejn ne tenê pîrozbahiyek e, lê boneya xurtkirina nirxên mirovî û civakî û hezkirinê ye. Her wiha banga parastina van nirxan û bidawîkirina şeran û xurtkirina çanda aştî û jiyana hevbeş kir.

Zozan Xerbî jî cejn pîroz kir ku hêvî kir ku bibe wesîleya aştî û aramiyê, destpêka ku hemû pêkhate mafên xwe bi dest bixin û welatê xwe ava bikin. Her wiha xwest hemû dîlgirtiyên QSD‘ê werin berdan.

(bb)