Lubnan ji bo bêçekkirina Hizbullahê planeke din danî

Hikûmeta Lubnanê ragihand ku wê ji bo bêçekkirina Hizbullahê li seranserî sînorên bi Îsraîlê re, planeke din daniye. Hikumeta Lubnanê di çarçoveyê dilsoziya wê bi lihevkirina agirbestê ya ji bo bidawîkirina şerê dawîn de ev gav avêt.

Lubnan ji bo bêçekkirina Hizbullahê planeke din danî
9 îlon, 2025   17:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karê Derve yê Lubnanê Yûsif Recî diyar kir ku danîna plana bêçekkirina Hizbullahê li seranserî sînorên bi Îsraîlê re, daniye.  Li gorî Recî qonaxa yekemîn dê di 3 mehan de temam bike.

Recî ji ajansa AFP’`yê  re ragihand ku plana artêşê ji pênc qonaxan pêk tê. Ji bêçekkirina herêma li başûrê çemê Lîtanî heta dawiya Mijdara 2025`an dest pê dike. Li gorî Recî, bi qasî 30 kîlometreyan ji sînorên bi Îsraîlê re, dê tevahî dîmenên leşkerî di nav de çek, depoyên çek û heta leşker li herêmê nemînin.

Tebaxa borî, hikûmeta Lubnanê ji artêşê xwest ku heta dawiya salê planekê ji bo bicîhanîna vê biryarê amade bike. Meclisa Wezîran vê dawiyê pêşwaziya planê kir, ku her wiha bicîhanîn wê li gorî çavkaniyên lojîstîkî, materyal û mirovî yên berdest were kirin.

Ji bo bidawîkirina şerê di navbera Hizbullah û Îsraîlê de bi navbeynkariya Amerîkayê, lihevkirina agirbestê li Lubnanê pêk hatibû. Li gorî lihevkirinê divê çek tenê di destê saziyên fermî de be û êriş di navbera her du aliyan de rawestin.

(ac/şx)

ANHA