Lona El Şibil wefat kir

Beriya du rojan şêwirmenda Esed Lona El Şibil rastî qezayekê hat, îro jî kir, serokatiya Komara Sûriyeyê ragihand ku Lona El Şibil wefat kir.

Lona El Şibil wefat kir
5 tîrmeh 2024   19:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Serokatiya Komara Erebî ya Sûriyeyê, şêwirmenda taybet bi Beşar Esed Lona El Şibil a 48 salî di encama qezayekê li Şamê de wefat kir.

Lona El Şibil berê şêwirmenda siyasî û çapemeniyê bû , dûre bo şêwirmenda taybet a Serokatiya Komarê.

Lona El Şibil beriya du rojan di qezayekê re derbas bûbû, bi wê re rakirin Nexweşxaneya El Şamî ya li Şamê. Li gorî çavkaniyan hêzên Şamê ajokarê erebeya ku li erebeya Lona El Şibil qelibiye, girt.

(fr)