Ji Partiya Komunîsta Karkerên Kurdistanê daxuyaniya şermezarkirina êrişan

Hizba Komunîsta Karkerên Kurdistanê bi daxuyaniyekê êriş, bombebaran û dagirkeriyên dewleta Tirk a dagirker yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar kir.

Ji Partiya Komunîsta Karkerên Kurdistanê daxuyaniya şermezarkirina êrişan
5 tîrmeh 2024   19:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li dijî êriş, talankirin, wêrankirin û dagirkirina Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a qirker ve, Hizba Komunîsta Karkerên Kurdistanê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye;

 “Êriş û dagirkeriyên dewleta Tirk a faşîst yên li ser gelê Kurd û xaka Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin.

Dewleta Tirk a faşîst li kûrahiya bajar û gundên Dihokê bi operasyoneke berfireh ya dagirkeriyê bi rêya bejayî û hewayî destpê kiriye. Bi dehan sedan, wesayîtên zirxî û bi hezaran leşkerên Tirk ketin, bi dehan nuqteyên kontrolê danîn û baregehên leşkerî zêde kirin. Di heman demê de êrişên balafirên bêmirov, bombebarankirina deverên sînorî, koçberkirina xelkê, herwiha pêkanîna kiryarên terorîstî û teqandina otomobîlên bombekirî li bajarên Kurdistanê; goşeyekê din di polîtîkaya milîtarîzm û berfirehkirina desthilatdariya faşîst a Erdogan nîşan dide.

Siyaseteke ku ji bilî bêîstîqrarî û têkdana ewlekariya gelê Kurd, ferzkirina atmosfereke leşkerî, alozî, kuştin, wêrankirinê û zêdekirina felaketeke din li ser milê gelê Kurd, tiştekî din dernaxe holê. Dewleta Tirk a faşîst ev 3 salin ku bi hinceta hebûna gerîlayên PKK’ê ji tu sûcan namîne. Gelek gund wêran kirine, bax û zevî şewitandine, bi dehan sivîl birîndar kirine û qetil kirine. Heta bi balafirên xwe yên şer kampên penaberan jî kir hedef û xwîna mirovên bêguneh rijandiye. Her dem tirs û xof li ser jiyana wan ferz kiriye.

Ev rejîma faşîst ev kiryarane hemû weke rêyek ji bo rizgarbûna ji qeyranên xwe yên navxweyî, rizgarbûna ji şikestinan û parastina rewşa xwe ya xirab li herêmê bikar anî. Lê ev êriş û leşker anîna ji bo dagirkeriyeke berfireh li Herêma Kurdistanê, li ber çavê Amerîkaya ku qaşo ji ewlekariya herêmê berpirsyare dike, lê Amerîkayê tu bertek nîşan nade. Ji ber ku hikûmeta Iraqê û partiyên desthilatdar yên Kurdistanê bêdengiya xwe hilbijartiye, nîşan dide ku hemû partî ji bo bidestxistina berjewendiyên xwe yên siyasî yên hovane dixebitin. Ew hemû amade ne ku can, mal, ewlekariya civakî ya welatiyên Kurdistanê dîl bigirin û têxin metirsiyê.

Partiya Komunîst a Karkerên Kurdistanê êriş dagirkeriyê yên leşkerî yên dewleta Tirk a faşîst û tawanên wê yên li dijî Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar dike. Her wiha Amerîka û rayedarên Hewlêr û Bexdayê ji êiîş, dagirkerî û tawanên dewleta Tirk li dijî gelê Kurd berpirsyar dibîne.

Partiya Komunîst a Karkerên Kurdistanê tekez dike ku tenê bi têkoşîna yekgirtî ya gelên azadîxwaz yên Kurdistan û herêmê ku beriya her tiştî kedkar û azadîxwazên civaka Tirkiyeyê û bi meşeke girseyî ya topyekûn li dijî dewleta Tirk a faşîst, sînor ji sûc, tundî û êrişên leşkerî re bê danîn.”