Ji Til Temirê: Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim

Şêniyên Til Temirê piştgiriya xwe ji bo kampanyaya “Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” anî ziman. Şêniyan got azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina krîzên li Rojhilata Navîn û cîhanê girîng e.

Ji Til Temirê: Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim
12 hezîran, 2025   02:35
HESEKÊ
EBDILXENÎ EL HAMAN

Piştî ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a dîrokî ku di 27’ê Sibata îsal de ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatibû kirin, qonaxa sêyemîn a kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” bi navê “Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” dest pê kir.

Der barê mijarê de şêniya bi navê Nîhad Şindî ya ji bajarê Til Temirê got: "Ji ber ku gelên cîhanê bawerî bi doza Rêber Abdullah Ocalan anîn, li Ewropayê kampanya 'Ez dixwazim bi Rêber Ocalan re hevdîtinê dikim' hat destpêkirin. Em weke gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê armanca me ew e ku bi Rêbertî re hevdîtinê bikin. Dîtina wî daxwazeke ku em ê ji bo wê tê bikoşin.”

Nîhad Şindî bang li hemû gelên cîhanê kir ku tevlî kampanyayê bibin û got, "Em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li hemû gelên cîhanê dikin ku tevlî kampanya û çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bibin, ji ber ku azadiya fîzîkî ya Rêber kilîda çareseriya krîzên li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê ye. "

Şêniyê bi navê Îzeddîn Îbrahîm Hisên destnîşan kir ku ew wek gelê Til Temirê piştgiriya vê kampanyayê dikin. Her wiha got: "Em tev li kampanyaya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dibin, ji ber ku azadiya wî azadiya hemû gelan e.”

Hisên wiha dewam kir: "Hiştina Rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de û pêkanîna sistema îşkence û qirkirinê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî wî, hewldaneke ji astengkirina belavbûna bîrdozî û felsefeya wî ye. Lê belê ev kiryaran nebûn asteng ku ev bîrdozî di nava gelên herêmê de belav bibe. "\

Şêniya bi navê Hedla Ebdulwehab bal kişand ser girêdana azadiya jinê û azadiya Rêber Abdullah Ocalan û got: "Em dibînin ku li Ewropayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kampanya hatiye destpêkirin, em jinên li Rojava azadiya fîzîkî ya rêber dixwazin. Azadiya jinan bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. "

 Hedlayê di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em jinên li Rojava deyndarê Rêber Abdullah Ocalan û fikir û felsefeya wî ne, wê fikrê îlhama daye me bibin jinên têkoşer ku ji bo azadiya xwe tê dikoşin.”

(k)

ANHA