Li Zirganê bihayê sotemeniyê hate şermezarkirin

Şêniyên Zirganê li hember bilindkirina buhayên sotemeniyê û bandorên wê li ser rewşa debarê, xwepêşandanek li dar xist. Xwepêşandêran daxwaza vegera ji biryarê kir.

Li Zirganê bihayê sotemeniyê hate şermezarkirin
Li Zirganê bihayê sotemeniyê hate şermezarkirin
Li Zirganê bihayê sotemeniyê hate şermezarkirin
Li Zirganê bihayê sotemeniyê hate şermezarkirin
Li Zirganê bihayê sotemeniyê hate şermezarkirin
Li Zirganê bihayê sotemeniyê hate şermezarkirin
Li Zirganê bihayê sotemeniyê hate şermezarkirin
27 hezîran, 2026   14:08
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Zirganê ji bo şermezarkirina bilindkirina buhayê sotemeniyê ku di encamê de bi awayekî giştî kel û pel biha bûne, meşek li dar xist. Meşê ji pêşiya avahiya Meclisa Bajarê Zirganê dest pê kir û heta Navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) dewam kir.

Xwepêşandêran bi sloganan daxwaza vegerîna ji biryara bihakirina sotemeniyê kir û diyar kir ku divê rewşa jiyanî ya welatiyan bê başkirin û zehmetiyên ku welatî di aboriyê de dikişînin ji holê bên rakirin.

Piştî ku xwepêşandêr gihaştin ber Navenda Asayîşê û deqeyeke rêz girt, daxuyaniyek bi zimanê kurdî ji hêla endama Rêveberiya Meclisa Bajarê Zirganê Diyana Mio û bi zimanê erebî ji aliyê hevseroka Meclisa Bajarê Zirganê Delal El Hemîd ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bilindkirina buhayê mazotê rasterast bandor li pêdiviyên sereke yên wekî nan û kehrebeyê kiriye. Daxwaz ji hikumeta demkî û desteyên rêveber hate kirin ku ji bo demildest rewşa aborî û jiyanî ya welatiyan bê başkirin, destwerdanê bikin. Her wiha dan zanîn ku ev daxwazên wan rewa ne û pêwîst e taybetmendiyên her herêmekê li ber çavan bên girtin, bi taybet herêmên Rojavayê Kurdistanê.

Xwepêşandan bi berzkirina sloganên ku pê banga kêmkirina buhayan dikin, bi dawî bû.

(sb)

ANHA