Li Xezayê şaneyeke DAIŞˊê hat têkbirin

Çavkaniyekî ewlehî yê filistînî aşkera kir ku saziyên ewlehiyê li Xezayê şaneyeke DAIŞˊê têk bir û dema saziyên ewlehiyê li ser erka xwe bûn rastî teqîna mayînekê hatin.

Li Xezayê şaneyeke DAIŞˊê hat têkbirin
6 nîsan, 2024   19:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî ewlehî yê filistînî diyar kir ku hêza hevbeş a saziyên ewlehiyê yên Filistînê hêzeke çekdarî li bajarokê Sêrês ê li bakurê Xezayê ku girêdayî DAIŞˊê ye, têk bir.

Çavkanî ji Ajansa El Alem El Arebî re destnîşan kir ku saziyên ewlehiyê li maleke endamên şaneyê guleyên hawinê û tonelek biçûk, bermîla TNT û erebeyek bombebarkirî dîtin. Saziyên ewlehiyê anî ziman li gorî lixwemikurhatinên endamên şaneyê erebeya bombebarkirî ji bo hedefgirtina navendên ewlehiya Filistinê ya li Xezayê hatibû amadekirin.

Di dema saziyên ewlehiyê erkên xwe pêk dianîn de rastî teqîna mayînekê hatin, lê tu kes birîndar nebû.

(fr)