Li Xezayê di êrişên Îsraîlê de 15 kes hatin kuştin

Di êrişên Îsraîlê yên li ser devera Cibalya ya bakurê Xezayê de 5 jê zarok 15 kes hatin kuştin.

Li Xezayê di êrişên Îsraîlê de 15 kes hatin kuştin
12 gulan, 2025   10:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê li devera Cibalya ya bakurê Xezayê  dibistana Fatima Bint Esed ya koçber lê dimînin bombebaran kir. Ajansê da zanîn ku di bombebaranê de 5 jê zarok 15 kes hatin kuştin û hin din birîndar bû.

Hate diyarkirin ku li hêzên Îsraîlê derdora Mizgefta Hemad El Hesenat a li rojavayê kampa Nisêrat a naverasta Xezayê jî kir hedef û di encamê de kuştî û birîndar çêbûne.

Her wiha hate zanîn ku artêşa Îsraîlê li taxa Tufaha ya bakurê rojhilatê bajarê Xezayê hin malên şêniyan bomebaran kirin.

Li gorî daneyên saziyên filistînî, ji destpêka şerê Îsraîl û Hemasê (7 Cotmeh 2023) ve, 52 hezar û 829 kes hatine kuştin û 119 hezar û 554 kes jî birîndar bûne.

(bb)