Li Xezayê di 2 salan de 254 rojnamevan hatin qetilkirin

Hejmara rojnamevanên ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha ve di êrişên Îsraîlê li dijî Şerîda Xezayê de hatine qetilkirin derket 254’an.

Li Xezayê di 2 salan de 254 rojnamevan hatin qetilkirin
2 cotmeh, 2025   13:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên Îsraîl ên ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha ve yên li dijî Şerîda Xezayê bê navber didome. Ofîsa Medyaya ya li Xezayê daneyên herî dawî yên têkildarî hejmara rojnamevanên di êrişên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest daye parve kirin. 

Ofîsê diyar kir ku di êrişên Îsraîlê de herî dawî rojnamevan Yahya Barzaq û Samî Dawud jiyana xwe ji dest daye. Hate destnîşankirin ku hejmara rojnamevanên ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha de di êrişên Îsraîlê li dijî Şerîda Xezayê de hatin qetilkirin derket 254’an.