Rûniştina yekem a civîna komisyona meclisê destpê kir

Rûniştina yekem a civîna 13an a komisyona meclisa Tirkiyê destpê kir. Di rûniştina yekem de OHDê jî di nav de saziyên hiqûqê wê bên guhdarkirin.

Rûniştina yekem a civîna komisyona meclisê destpê kir
2 cotmeh, 2025   13:03
NAVEND NÛÇEYAN

Civîna 13emîn a Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Neteweyî  Di rûniştina yekem a civînê de dê Komeleya Hiqûqnasan, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Demokratîk ên Civakî (SODAP) û Komeleya Lêkolînên Hiqûqî (HUDER) dê bên guhdarkirin.

Di rûniştina duyem de jî dê li Prof. Dr. Abdurrahman Eren, Prof. Dr. Faziz Husnu Erdem, Prof. Dr. Îlhan Uzulmez, Prof. Dr. Mahmut Koca, Prof. Dr. Bahrî Ozturk bê  guhdarkirin.

Serokê Meclîsa Tirkiyê  Numan Kurtulmuş ku di vekirina rûniştina yekêm a civînê de axivî anî ziman ku ew hevî dikin ku di demeke nêz de pêvajoya guhdarkirinê biqedînin û derbasî merhaleya pêşniyarên qanûnî bibin.

Di berdewama axaftina xwe de Numan Kurtulmuş bal kişand ser xebatên komisyonê û ev tişt gotin: “Em ê îro saziyên hiqûqî guhdar bikin. Her wiha em ê akademîsyenan guhdar bikin.”

Piştî axaftina Numan Kurtulmuş civîna komîsyonê destpê kir.