Li Xeza û Xan Yûnisê 2 kes hatin kuştin

Di êrişên artêşa Îsraîlê yên li ser Xezayê û Xan Yûnisê de 2 kes hatin kuştin.

Li Xeza û Xan Yûnisê 2 kes hatin kuştin
24 mijdar, 2025   12:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Di bombebarana artêşa Îsraîlê ya li ser deverên rojhilatê bajarê Xezayê û Xan Yûnisê de 2 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Çavkaniyên filistînî ragihand ku di bombebarana li ser taxa Şucaiye ya li rojhilatê Xezayê de filistiniyek hat kuştin, di heman demê de hêzên Îsraîlê li herêmê otomobîlên bombebarkirî teqandin.

Di êrişeke balafireke bêmirov a Îsraîlê ya li dijî komeke sivîlab a li bajarokê Benî Suheyla yê Xan Yûnisê de jî kesek hat kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

(k)