Li Xarkîvê di êrişa Rûsyayê de 2 kes hatin kuştin

Li bajarê Xarkîvê ya Ukraynayê di êrişa Rûsyayê de yek jê zarok 2 kes hatin kuştin û 28 kes jî birîndar bûn.

Li Xarkîvê di êrişa Rûsyayê de 2 kes hatin kuştin
3 ÇILE, 2026   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku rayedarên Ukraynayê roja Înê dane, di êrişa hewayî ya Rûsyayê ya li ser bajarê Xarkîv ê bakurê rojhilatê welat de, yek jê zarok 2 kes hatin kuştin û derdora 28 kes birîndar bûn.

Rayedaran diyar kir ku êriş li ser avahiyeke gelek qat hatiye kirin.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky êriş bi "kirêt" bi nav kir û daxuyand ku êriş li herêmeke tijî sivîl hatiye kirin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî ev agahî red kir û bi rêya Telegramê îdia kir ku çekên Ukraynayê hatine teqandin, lê agahiyên zêdetir nedan.

(b)