Li Wanê 30 kes hat girtin

Li Wanê gelê ku li hemberî hewldana xespkirinê çalakî li dar xistibûn 260 kes hatibûn binçavkirin, zêdetirî 30 kes hatin girtin.

Li Wanê 30 kes hat girtin
8 nîsan, 2024   19:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Abdullah Zeydan wek Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê hate hilbijartin. Gelê Wanê li dijî nedayîna mazbataya Zeydan û xespkirina îradeyê 2 rojan çalakiyên protestoyê li dar xistin. 

Di çalakiyên ku 2 rojan berdewam kirine û serdagirtinên malan de 260 welatî hatin binçavkirin. Welatiyên hatine binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a Wanê de îfadeyên xwe didin.  Tevî 2 zarokan, 30 kesên bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “bi ser navê rêxistinê kirina sûc” sewqî Dadgeriya Sûlh Cezayê hatine kirin, hatin girtin.

Hat zanîn ku ji 260 binçavkiriyan 15 zarok, 10 jî parêzer in.