Di teqîna mayînekê de leşkerekî ˊDifa Wetenîˊ mir

Di encama teqîna 2 mayînan li 2 herêmên li çolistana Reqayê de ku di bin kontrola hêzên Şamê de ne leşkerekî ˊDîfa Wetenîˊ mir û 2 jî birîndar bûn.

Di teqîna mayînekê de leşkerekî ˊDifa Wetenîˊ mir
8 nîsan, 2024   19:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), dema leşkerekî ˊDîfa Wetenîˊ li herêma Meidan a çolistanê Reqayê ya di bin kontrola hêzên Şamê de dumbelan kom dikirin, mayînek ji bermahiyên şer teqiya û leşker mir. 

Her wiha li çolistana Heme ya Reqayê ku di bin kontrola hêzên Şamê de ye, mayîneke din ji bermayiyên çeteyên DAIŞˊê teqiya, di encamê de 2 leşkerên ˊDîfa Wetenîˊ birîndar bûn.