Li Tişrînê rewşa dawî

Komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagiker piştî têkçûna xwe ya duh, îro dîsa bi topan êrişî bendava Tişrînê dikin. Nûçegihana ajansa me ji herêmê rewşê radigihîne.

Li Tişrînê rewşa dawî
19 kanûn, 2024   12:33
TIŞRÎN

Nûçegihana ANHA’yê piştî şer û pevçûnên dijwar  ên duh, rewşa herêma Tişrîşên ku ev 11 rojin komên çete yên dewleta Tirk êriş dikin, di cîh de şopand.

Komên çeteyan duh êvarê jî, ji 3 aliyan ve êriş kiribû, lê şervanan bersivên tund dabûn û êriş hatibûn şikandin.

Îro jî komên çete li Tişrîn û Qereqozaq bi topan û çekên giran êriş dikin. Di dema ku nûçegihana me rewş radigihand jî êriş didomiyan.

(cb/a)

ANHA