‘Elî Memlûk ne li Lubnanê ye’

Wezîrê karên hundirîn ê Lubnanê diyar kir ku Elî Memlûk ne li Lubnanê ye û got hevjîna Mahir Esed û kurê wî derbasî Lubnanê bûne û dûre bi balafirê jê derketine.

‘Elî Memlûk ne li Lubnanê ye’
19 kanûn, 2024   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên hundirîn ê hikumeta demkî ya Lubnanê Besam Mewlewî ji MTVˈyê re diyar kir ku şêwirmendê Beşar Esed ê kar û barên ewlehiya nîştimanî Elî Memlûk ne li Lubnanê ye û derbasî Lubnanê nebûye. Mewlewî diyar kir eger Memlûk derbasî Lubnanê bibe dê were girtin.

Besam Mewlewî bi bîr xist ku hevjîna Mahir Esed û kurê wî derbasî Lubnanê bûne û bi rêya balafirgehê jî jê derketine. Mewlewî gotkesên ku bi rêbazên nerewa derbasî Lubnanê bibin dê rê neyê dayîn ku jê derkevin.

Li gorî rojnameya El Ukaz ku agahiyên xwe ji çavkaniyan wergirtine, têkiliyên Memlûk ku wek sendoqa reş a rejîma berê tê wesifandin, bi Lubnanê re xurt in û tercîh kiriye ku biçe wir.

(bb)