Li Tirkiyeyê civîneke veşartî ya rayedarên Hemasê

Desteya Weşanê ya Îsraîlê îdia kir ku rayedarên Hemasê li Tirkiyeyê civîneke veşartî li dar xistiye.

Li Tirkiyeyê civîneke veşartî ya rayedarên Hemasê
18 kanûn, 2023   13:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Weşanê ya Îsraîlê ya fermî ragihand ku hefteya borî civîneke veşartî ya berpirsên Hemasê li Tirkiyeyê pêk hatiye.

Desteyê ragihand ku di civînê de cîgirê rêveberê Hemasê Salih El Arûrî, berpirsê Hemasê yê li derve Xalid Mişel û hejmarek rayedarên din ên Hemasê amade bûne.

Her wiha hat diyarkirin ku dewleta Tirk sponseriya civîna rayedarên Hemasê kiriye.

(bb)