Komîteya Erebî ya têkildarî Sûriyeyê wê Gulana bê bicive

Hate ragihandin wê Komîteya Peywendiya Erebî ya têkildarî Sûrieyyê Gulana bê bicive.

Komîteya Erebî ya têkildarî Sûriyeyê wê Gulana bê bicive
20 adar, 2024   12:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya El Watan a hikumeta Şamê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên dîplomasî yên erebî, hewldan hene Komîteya Peywendiya Erebî ya têkildarî Sûriyeyê careke din bicive. Herê dawiyê 12’ê Tebaxa 2023`yan li Qahîreyê civîna yekemîn hatibû lidarxistin.

Heman çavkaniya diyar kirin ku şerê li Xezayê, yek ji sedemên derengmayîna lidarxistina civînê ye.

Hat diyar kirin ku ku civîn wê 8`ê Gulanê de bê lidar xistin, dibê ku wezîrên karên derve yên tevahî dewletên endamên komîteyê tev li civînê bibin.

Komîte ji wezîrên karên derve yên hikumeta Şamê, Urdun, Siûdiye, Iraq, Lubnan, Misir û sekreterê giştî yê Komkara Erebî pêk tê. Damezirandina vê komîtê 7`ê Gulana 2023`yan de hat ragihandin.

Li gorî komîteyê, divê Sûriye li Komkara Erebî vegere, komîteya peywendiyan li ser asta wezîran bê avakirin ji bo ku bicihanîna daxuyaniya Emmanê bişopîne li kêleka parastina yekitî û serdestiya Sûriyeyê, divê pabendî daxuyaniyên civîna Ceddayê ya têkildarî Sûriyeyê ku 14`ê Nîsana 2023`yan hate lidarxistin, civîna Emmanê ya têkildarî Sûriyeyê ku 14`ê Nîsana 2024`an li dar ketiye, bin.

Komîteyê destnîşan kir ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê, divê gavên pratîk û çalak li gorî rêgeza gav bi gav û biryara Meclisa Ewlehiyê ya bi hejmar 2254 bên avêtin.

(şx)