Li Tirbespiyê ajokar derketin xwepêşandanê

Li dijî kêmbûna mazotê, ajokarên Tirbespiyê xwepêşandan li dar xist û daxwaza peydakirina mazotê kir.

Li Tirbespiyê ajokar derketin xwepêşandanê
15 tîrmeh, 2026   11:40
QAMIŞLO

Zêdetirî mehekê ye ku mazot li ajokarên veguhastinê nehatiye belavkirin, ev yek bû sedema kêmbûna trafîka çûn û hatinê di navbera bajaran de.

Ajokarên veguhastina giştî yên li ser xeta Qamişlo-Tirbespiyê, îro grev kir û xwepêşandan li dar xist.

Ajokaran daxwaza peydakirina mazotê kir.

 (ex/k)

ANHA