Hêzên hikumeta demkî nehişt 3 ciwanên Kurd derbasî Rojava bibin

3 ciwanên Kurd dema ku ji Helebê berê xwe dabû Qamişloyê, hêzên girêdayî hikumeta demkî li ser benda kontrolê ya El Kerame ya Reqayê ew sekinandin û nehişt derbas bibin.

Hêzên hikumeta demkî nehişt 3 ciwanên Kurd derbasî Rojava bibin
15 tîrmeh, 2026   11:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Reqayê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser benda kontrolê ya El Kerame 3 ciwanên Kurd (2 ji Efrînê û yek ji Til Eranê) rawestandin. 

Çavkaniyeke taybet diyar kir ku her sê ciwan îro serê sibehê ji bajarê Helebê derketine û dixwest biçin Qamişloyê û serdana malbatên xwe bikin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn destûr neda wan ciwanan ku derbas bibin û ew sekinandin.

(np)

ANHA