Li Til Temirê tîmên awarte agirê çeteyan vêxistî vemirand

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li derdora gundê Enîq El Hewa yê li gundewarê Til Temirê agir vêxist, lê tîmên awarte yên li eniyên şer agir vemirand.

Li Til Temirê tîmên awarte agirê çeteyan vêxistî vemirand
29 gulan, 2024   19:06
HESEKÊ

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker careke din agir li herêmên dagirkirî vêxist da ku agir fireh be û zeviyên cotkaran bişewitin.

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji Til Temirê ragihandine çeteyên dewleta Tirk a dagirker li derdora gundê Enîq El Hewa yê dagirkirî yê li bakurê Til Temirê agir vêxist da ku zeviyên li herêmê bişewitin.

Nûçegihanê me diyar kir ku tîmên awarte û tîmên agirkujiyê li gundê El Neimo li hember gundê Enîq El Hewa yê dagirkirî bi cih bûne û agir beriya bigihîne herêmê vemirand.

(fr)