‘Mîsogerkirina mafên jinan garantiya avakirina dewleteke demokratîk e’

Jinên ji bajarê Girkê Legê bal kişand ser têkoşîna jinan a parastina civakê û got divê mafên jinan û beşdariya wan di hemû qadan de were mîsogerkirin.

‘Mîsogerkirina mafên jinan garantiya avakirina dewleteke demokratîk e’
15 hezîran, 2026   03:30
QAMIŞLO
ROHAT XELEF

Di demekê de ku nîqaşên li ser siberoja Sûriyeyê û nivîsandina destûreke nû zêde dibin, jinên ji bajarê Girkê Legê diyar kir ku divê mafên jinan bi awayekî zelal di destûrê de werin mîsogerkirin, edalet û wekehvî di avakirina biryarê û dewleta demokratîk de pêk werin.

Hediye Xelef banga mîsogerkirina mafên jinan di destûra nû ya Sûriyeyê de kir û got: "Jinên sûriyeyî beşek sereke ji têkoşîna parastina civakê ne û di rêya azadî û demokrasiyê de gelek bedel dan. Jin ji bûyeran dûr nîn bûn, lê cihê xwe di hemû qadan de girtin û şehîdan dan. Ji ber vê yekê mafê wan şirîkên sazkirina siberoja Sûriyeyê bin.”

Hediye Xelef anî ziman ku ew destûrekê dixwazin ku mafên wan û destkeftiyên wan biparêzin û beşdariya wan di saziyên dewletê de garantî bike û ev li gotinên xwe zêde kir: "Bêyî mîsogerkirina mafên me û beşdariya me ya rasteqîn di avakirina biryarê de dewleteke demokratîk çênabe."

Hena Xilêf jî destnîşan kir ku jinên Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe yên Kurd, Ereb, Suryan di salên dawîn de hebûna xwe û hêza xwe ya rakirina berpirsyariyan di hemû qadan de îsbat kirin û got: "Jin beşdarî avakirina civakê û parastina wê bûn, tevî pirsgirêkan jî me gelek destkeftî bi dest xistin."

Hena Xilêf bal kişand ser YPJ‘ê jî û da zanîn ku şervanên YPJ‘ê ji bo parastina gel û welat fedakariyên mezin kirine. Her wiha got destûra nû ya Sûriyeyê divê bendên zelal ên têkildarî mafên jinan û parastina destkeftiyên wan û beşdariya wan a çalak û wekhev di jiyana siyasî û civakê de bihewîne.

Bêrîvan Tehlo jî bi van gotinan behsa êşên ku jinên sûriyeyî kişandine kir: "Bi salen em di gelek qadan de bi paşguhkirin û dûrxistinê re rû bi rû hatibûn hiştin, lê me ev qeyd şikandin. Me bi bi xebat û têkoşîna xwe û bi beşdariya xwe ya çalak di civakê de hebûna xwe îsbat kir."

Bêrîvan Tehlo anî ziman ku jinan di qadên siyasî, civakî û leşgerî de destkeftiyên mezin bi dest xistin û îsbat kirin ku dikarin rêveberiyê bikin û berpirsyariyê hilgirtin. Her wiha destnîşan kir ku beşdariya jinan di her hewldaneke pêkanîna edalet û demokrasiyê de bûye pêdiviyek.

(bb)

ANHA