Li gundewarê Eyn Îsayê cenazeyê ciwanekî hat dîtin

Xelkê gundewarê rojhilatê bajarê Eyn Îsayê cenazeyê ciwanekî li nêzî rêya M4 dît.

Li gundewarê Eyn Îsayê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
26 sibat, 2025   22:49
EYN ÎSA

Îro, xelkê gundê Eywe yê gundewarê rojhilatê Eyn Îsayê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cenazeyê ciwanê bi navê Elî El Himêdî ku hatiye kuştin, li nêzî rêya M4 dît.

Şêniyan cenaze ji tiba şerî ya li bajarê Reqayê re veguhast û hat diyarkirin ku ciwan ji gundê Tirwaziyê yê Eyn Îsayê ye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo aşkerakirina hûrgiliyên sûcê dest bi lêpirsînê kir.

(fr)