Li Tebqayê meşa 27’ê Mijdarê

Bi hezaran şêniyên kantona Tebqayê û koçberên Efrîn-Şehbayê bi boneya salvegera 47’an a damezirandina PKKˊê (Roja Berxwedana Neteweyî) meşeke girseyî li dar xist. Di meşê de daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hat kirin.

Li Tebqayê meşa 27’ê Mijdarê
Li Tebqayê meşa 27’ê Mijdarê
Li Tebqayê meşa 27’ê Mijdarê
Li Tebqayê meşa 27’ê Mijdarê
Li Tebqayê meşa 27’ê Mijdarê
Li Tebqayê meşa 27’ê Mijdarê
Li Tebqayê meşa 27’ê Mijdarê
Li Tebqayê meşa 27’ê Mijdarê
Li Tebqayê meşa 27’ê Mijdarê
Li Tebqayê meşa 27’ê Mijdarê
Li Tebqayê meşa 27’ê Mijdarê
Li Tebqayê meşa 27’ê Mijdarê
Li Tebqayê meşa 27’ê Mijdarê
Li Tebqayê meşa 27’ê Mijdarê
Li Tebqayê meşa 27’ê Mijdarê
27 mijdar, 2025   15:18
TEBQA

Bi boneya salvegera 47ˊemîn a damezirandina PKKˊê (Roja Berxwedana Neteweyî) xelkê kantona Tebqayê û koçberên Efrîn-Şehbayê, meşeke girseyî li dar xist.

Bi hezaran xelkê kantonê û koçber, nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, deste û meclisên girêdayî wê tev li meşê bûn.

Meşê ji pêş Kampa Stadyûma Bajarê Wezîşê dest pê kir. Beşdaran wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên "Bi biratiya gelan em ê Rêber Abdullah Ocalan azad bikin", "Bi hevgirtina gelan em ê deriyên Îmraliyê bişikînin" hildan.

Meş li pêş avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li taxa El Sanî (duyem) a bajêr rawestiya. Li wir Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantonê Mehmûd El Sayil axivî. El Sayil di destpêka axaftina xwe de damezrandina PKKˊê li Rêber Abdullah Ocalan û gel pîroz kir û got: "Bi vê boneyê em daxwaza pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin."

Li aliyekî din jî li ser navê koçberên Efrîn û Şehbayê Elîf Mihemed axivî. Elîf got: "Rojbûna PKKˊê rojbûna jiyan, mirovahî û demokrasiyê ye û ew destana sedsala 21ˊê ye, serdema azadiya jin-ciwanan û projeya neteweya demokratîk e.”

Meş bi dirûşman bi dawî bû.

(fr)

ANHA