Li Humsê ciwanek hat qetilkirin

Çekdarên nenas ên ku li motorsîklêtê siwar bûbûn, di hundirê dikaneke li Humsê de gule berdan ciwanekî û qetil kir.

Li Humsê ciwanek hat qetilkirin
27 mijdar, 2025   15:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Çekdarên nenas ciwanekî ji gundê Mezra yê Humsê di hundirê dikana wî ya li bajêr de qetil kir.

Nûçegihanê me ji herêmê diyar kir ku êrişkar li motorsîklêtek siwar bûbûn û gule yekser berdan ciwan û piştre reviyan.

Xelkê herêmê banga vekirina lêpirsînê kir ku nasnameya êrişkaran were nasîn û werin cezakirin.

(fr)